26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li eniya Guwêr DAIŞ derbeyên mezin xwar

Çavkanî: KDP.info

Guwêr-KDP.info- Berpirsê Eniya Guwêrê Qadir Qadir ragihand ku terorîstên DAIŞê li çend cihan guleyên hawinê avêtin ser çeperên Pêşmerge û li gundê Ebû Şîte jî êrişa wan hat şikandin û derbeyên mezin xwarin.

Qadir Qadir Berpirsê Eniya Guwêrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Li eniya Guwêrê êrişa rasterast nebû lê şer ji dûr de bi doçka û hawinan li gundê Zimara Sabir û Zimara Ebdulah heta gundê Ebû Şête hebû, ku ew jî rojane heye û îro danê sibehê jî dest pê kirin û li gundê Ebû Şête derbeyên mezin xwaarin û htin şikestin.”

Berpirsê Eniya Guwêrê ragihand: “Terorîstên DAIŞê qîr belav kirine û agir berdidênê da ku balafirên hevpeymanan wan nebînin, ji ber ku ew balafir berdewam alîkariya me dikin.”

Nûçeyên têkildar