Tirwanşî: Me gellek ziyan gihandin DAIŞê..Pêşmerge hemû selamet in

Naweran-KDP.info- Ji serê sibehê ve, terorîstên DAIŞê li eniyên Başîk, Naweran, Tilsqof û Xazirê êrişî ser çeperên Hêzên Pêşmerge kirin û li gorî berpirên eniya Naweranê jî, Hêzên Pêşmergeyên qehreman bi tundî rûbirûyê wan bûn û terorîst gellek ziyan dîtin û yek gavê jî pêşde nehatin.
Serbest Tirwanşî Berpirsê Eniya Naweranê derbarê êrişa DAIŞê li ser eniya wan, ji malpera KDP.info re ragihand: “Terorîstên DAIŞê hewl dan ku vê sibehê ku xwe nêzîkî çeperên Pêşmerge bikin, lê pêşmergeyên qehreman bi tundî bersiva wan dan û ew şikandin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Me gellek ziyan gihandin terorîstên DAIŞê û pêşmergeyên eniya me jî hemû selamet in.”




