Nûnerê 15 welatan hatin Hewlêrê

Hewlêr-KDP.info- Bi mebesta lidarxistina 14yemîn festîval navdewletî ya ziman û kilturê, nûnerên çand û hunerê yên 15 welatên cuda yên cîhanê hatine Hewlêrê.
Bi amadebûna Parêzgarê hewlêrê Newzad Hadî û cîgirê wî Tahir Ebdulah pêşwazî li nûnerên çand û hunerê yên 15 welatên cîhanê hat kirin, ku bi riya rêxistina Diyalogê ya Rojhilata Navîn niha li Hewlêrê ne.
Ev girûp bo lidarxistina 14yemîn festival navdewletî ya ziman û kilturê li Hewlêrê ye, ku ev festîval salane li welatên pêşketî yên cîhanê birêve diçe û vê carê jî paytexta Herêma Kurdistanê hilbijartine.
Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî bi navê xelkê Hewlêrê dilxweşiya xwe bi vê festîvalê nîşan da û got ku ew festîval dê roja Çarşemê 4-5-2016 birêve biçe û ew girûp dê tê de çalakiyên xwe pêşkêş bike.
Newzad Hadî ragihand ku ev tabloya mezin ya cîhanî mînakeke mezin e bo pêkvejiyana neteweyên cuda yên cîhanê û Kurdistan bêbeş nebûye ji vê tabloya mezin û berfireh.




