Usama Nuceyfî daxwazeke Malikî pêşkêşî serok Barzanî kir

Li Selahedînê rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Usame Nuceyfî Serokê Civata Nûnerên Iraqê kir.
Di vê hevdîtinê de guftûgo li dor pêşveçûnên dawiya navxweyî û hewlên ku Serokê Civata Nûneran li ser daxwaza Serokên Kutleyên Siyasî dide ji bo dîtina rêya çareseriyê ji bo giriftariyên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê kirin.
Her li vê çarçêweyê da Nuceyfî daxwazekî Nurî Malikî Serok Wezîrê Iraqê pêşkeşî Serok Barzanî kir bo aramkirina rewşê û vegerana bo peymana sala 2009 ya di derbarê pirsa asayîşa navçeyên veqetandî bi awayeke hevbeşî.
Heman demî de Serok Barzanî pêşwaziyê li daxwaza aramkirina rewşê û çareserkirina bi rêya destûr û vekirina dergehên danustandinê li navbera serkirdeyên serbaziyan kir li navçeyên veqetandî li gel vegerana peymana 2009 û peydakirina çareseriyekî yekcarekî bo hemû kêşeyên helawestiyan




