Serok Barzanî rizgarkirina gundê Beşîr li gelê Kurdistanê û Pêşmerge û malbatên şehîdan pîroz kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rizgarkirina gundê Beşîr yê başûrê Kerkûkê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve li gelê Kurdistanê û Pêşmerge û malbatên şehîdan pîroz kir.
Roja yekşem 01.05.2016 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyekî telefonî da li gel Şêx Ce'fer Şêx Mistefa Fermandeyê Yekîneya Heftih ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê pîrozbahiya azadkirina gundê Beşîr li gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge û malbatên şehîdan kir û destxweşiyê li Fermande û Pêşmergeyên beşdarbuyên operasyona azadkirina gundê Beşîr kir ku azayane serkeftinê tomar kirine û gundê Beşîr li bin destê terorîstên DAIŞê azad kirine.
Her li vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî serxweşiyê li kesukarên şehîdên Pêşmerge kir û hêviya başbûna bi lez ji bo birîndaran xwest û her wiha hêviya serkeftina berdewamiyê ji bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê xwest.




