26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûk.. Hêzên Pêşmerge gundê Beşîr û çend gundên din rizgar kirin

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Rêveberê Polîsê Qeza û Nahyeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ragihand ku Hêzên Pêşmerge gundên Beşîr û çend gundên din li derdora Beşîr kontrol kirin û terorîstên DAIŞê gellek ziyan dîtin û îro jî gundekî din ji aliyê Pêşmerge ve hat rizgarkirin.

Emîd Serhed Qadir Rêveberê Polîsê Qeza û Nahyeyên Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Gundê Beşîr ku gundekî xelkê wê tirkman in, duhî Hêzên Pêşmerge li gorî wê bernameya ku ji wan re hatibû danîn, ji 3 aliyan ve êriş kirin ser gund û rizgar kirin. Jibilî wê jî gundên derdora Beşîr hatin rizgarkirin. Terorîstan 3 otomobîlên bombekirî bi xwekujan şandin bi aliyê Hêzên Pêşmerge ve, lê cihê dilxweşiyê bû ku nikarîbûn ti ziyanekê bigihînin Pêşmerge û tenê 2 Pêşmerge bi sivkatî birîndar bûn. Piştî girtina gund jî, Hêzên Pêşmerge û çekdarên Heşda Şeibî û polîs û dezgehên ewlehiyê şevê din li nava gund man. Herwiha navenda polîsan dîsa vegeriya Beşîr.”

Emîd Serhed Qadir wiha got: “Îro danê sibehê jî Hêzên Pêşmerge êrişî gundê Elbû Ferec uê rojavayê Beşîr kirin û terorîstên DAIŞê bergiriyeke mezin kirin, lê Hêzên Pêşmerge ew şikandin û gund ji wan standin. Wan terorîstan gellek ziyan dîtin ji aliyê canî ve ku gellek term bi xwe re birin û gellek jî li erdê mane û ji aliyê otomobîl û çekan ve, ku gellek otomobîlên wan hatin şewitandin û çek û teqemenî jî ji wan hatine standin.”

Gundê Beşîr mezintirîn gund e li sînorê Kerkûkê û dikeve başûrê Kerkûkê. Beriya ku ew gund bikeve destê DAIŞê de 1800 mal tê de bûn. Gellek caran Heşda Şeibî êrişî gund kir lê nikarîbûn ji destê DAIŞê derxînin, lê di dawî de bi pilaneke serkeftî ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat rizgarkirin.

Nûçeyên têkildar