26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Efendî: Terorîstan xwe ceribandin..Pêşmerge li 2 aliyan ew şikandin

Çavkanî: KDP.info

Başîk-KDP.info- Îro careke din terorîstên DAIŞê êriş kirin ser Çiyayê Başîkî da ku bigirin, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan, ew şaikandin û gellek ji wan kuştin.

Fermandarê Pêşmerge Hemîd Efendê Berpirsê Eniya Başîkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Saet 4 û nîv ê sibehê careke din terorîstên DAIŞê ji 2 aliyan ve êriş kirin ser Çiyayê Başîkê lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û ew bi şermezarî vegerandin û hejmarek mezin ji wan kuştin.”

Efendî wiha got: “Piştî ku duhî jî wan terorîstan êriş kirin û gellek ziyan dîtin îro careke din xwe ceribandin û hemû hêza xwe bikar anîn, lê bi ser neketin, ku piştî şerekî 2 saetî derbeyên mezin xwarin û bawer nakim careke din bikaribin êriş bikin.”

Nûçeyên têkildar