Ukraniya Konsulusxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Ukraniyayê û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtineke de behsa peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan û çawetiya bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyên han hate kirin bi taybetî peyvendiyên abûrî, enerjî, çandin û bînasazî û perwerdehî de.
Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî diyar kir ku, di navbera Ukraniya û Kurdistanê de peyvendiyên Dîrokî hene û ev serdana han ya Wezîrê Derve ya Ukraniyayê pêngaveke gelek başe bo bihêztir kirina peyvendiyên han û Kurdistan jî gelek dixwaze ku, peyvendiyên xwe yên bi Ukraniyayê re bihêztir bike lewre tevahiya deriyên xwe bo vê mebestê vekirîne.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de jî Wezîrê Derve yê Ukraniyayê jî ev yek eşkere kir ku, welatê vî jî gelek dixwaze peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re berfiretir û bihêztir bike.
Çavkanî herwiha diyar kir ku, rewşa baş ya ewlekarî a Kurdistanê bûye sedema lêv û tevgerên gelek cidî yên abûrî û bazirganî li Kurdistanê de lewre ev yek handereke bo Ukraniyayê ku, birêya kompaniyên xwe dest bi karên hilbirînê li Kurdistanê de bike.
Wezîrê Derve yê Ukraniyayê herwiha eşkere kir ku, Ukraniya dixwaze Konsulusxaneya xwe ya li Hewlêrê vebike daku, bi vê rengî peyvendiyên heyî yên di navbera her du aliyan de bihêztir bibin.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de rewşa Sûriya û Deverê jî hate nirxandin.




