Dezgeha Barzanî, ji dezgeheke Kurdistanî dibe rêxistineke navdewletî..Destkefteke mezin e

Hewlêr-KDP.info- Serokê Komîteya helsengandinê û bersivdana raporên navdewletî Dr. Dîndar Zêbarî ragihand ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dê sîfeta şêwirmendiya taybetî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve werbigire û wisa dive rêxistineke navdewletî, ev yek jî destkefteke mezin e bo Kurdistanê.
Roja 17ê 4 Encumena Kilturî û Aborî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve Îkosok sîfeta şêwirmendiya taybet da Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi vê yekê mafê wê heye ku di civînên wê encumenê de beşdar bibe û ji nêzîk ve ligel welatên endam yên NY şêwiran bike derbarê wan mijarên ku encumen gotûbêjan li ser dike.
Zêbarî vê pêngavê bi girîng dibîne û dibêje, bêguman ev yek destkefteke girîng e bo Herêma Kurdistanê û dikare mijarên pêwendîdar bike rojev di civînên navdewletî de û herwiha ji nêzîk ve agahdarî hemû civînên navdewletî be, herwiha mijarên ku dixwaze bixe ecîndaya karên Îkosko.
Dîndar Zêbarî wiha got: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî êdî dikare bi fermî nûneratiya xwe li avahiya Neteweyên Yekbûyî diyar bike bi taybetî li Cenêv, New Yourk û Viyêna, û tevlî çalakiyên NY li ser asta navdewletî bibe û navê Kurdistanê zêdetir bigihîne cîhanê, ji ber dê karibe li hemû cîhanê karê xwe bike, lewma jî dê alîkariyên navdewletî jê re bên.”




