26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge ber bi gundê Beşîr ve pêşde diçin

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Rêvebirê Polîsên Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ragihand ku ji serê sibehê ve Hêzên Pêşmerge ji 3 aliyan ve êrişî terorîstên DAIŞê dikin û niha jî ber bi gundê Beşîr ve diçin.

 

Emîd Serhed Qadir ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji serê sibehê ve Hêzên Pêşmerge ji hersê aliyên Mezre, Til Ehmed û riya Beşîr ve êrişî terorîstan kirin û heta niha şer berdewam e û sînorê gundê Beşîr berfireh e û wan terorîstan geke bombe bedane.”

 

Qadir wiha got: “Ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve pêşdeçûnên baş hatine kirin û terorîstan derbeyên mezin xwarine, lê wan bombeyan pêşdeçûna wan hinekî kêm kiriye.”

 

Tê zanîn ku gundê Beşîr mezintirîn gund e li sînorê Kerkûkê û dikeve Başûrê wî bajêrî. 

 

Nûçeyên têkildar