26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge 3 gundên din kontrol kirin

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Îro Hêzên Pêşmerge li rojavayê gundê Beşîr êrişî terorîstên DAIŞê kirin û karîn 3 gundan ji destê wan derxînin, lê hêza Heşda Şeibî heta niha nikariye ti pêşdeçûnekê bike.

Eqîd Pola Ehmed Rêvebirê Asayîşa Daqûq ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro Hêzên Pêşmerge li rojavayê gundê Beşîr dest bi operasyonekê kirin li dijî terorîstên DAIŞê û heta niha 3 gund ji wan standine û pêşdeçûnên wan berdewam dikin.”

Pola ku bi xwe jî di nava şer de ye got ku biryar bû hêza Heşda Şeibî jî êrişî gundê Beşîr kiriba, lê li cihê xwe sekinîn û nikarîbûn pêşde biçin, lewma zehmet e ew hêz bikaribe wî gundî kontrol bike.

Nûçeyên têkildar