26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Joe Biden civîneke duqolî lidar xistin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka kir û di wê hevdîtinê de Cîgirê Serokê Amerîka pêzanînên xwe yên ji bo serkirdayetiya Serok Barzanî û qurbanîdana Pêşmerge û xweragiriya gelê Kurdistanê hebû û spasî helwesta Herêma Kurdistanê ya li yarmetîdana proseya siyasiya Iraqê û hewldana vegerandina aramiya siyasî kir.

Êvariya roja pênçşem 28.04.2016 li bajarê Hewlêrê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Joe Biden Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Brett McGurk Nûnerê Taybetî Serokê Amerîka yê li hevpeymaniya şerê dijî DAIŞ û Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û Kolîn Kal Şêwirmendê Cîgirê Serokê Amerîka yê asayîşa neteweyî, General Sen Mekfarlend Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraq û Matthias Mitman Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek fermandeyên serbazî û şêwirmendên siyasî pêkhatibûn.

Piştî pêşwazîkirin û bi xêrhatina Cîgirê Serokê Amerîka û şanda li gel, civîneke dû qolî li navbera Serok Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîka birêveçû. Li vê civînê de Serok Barzanî bi navê gelê Kurdistanê spasî Serok û gel û Hikûmeta Amerîkayê kir ku li rûxandina dîktatoriyet û her wiha şerê terorîstan de piştevanê gelê Kurdistanê bûne û spasî palpiştiya serbazî û darayî ya Amerîkayê yê ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku bandora wê li ser mîsogerkirina serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de hebûye.

Her wiha Cîgirê Serokê Amerîka pêzanînên xwe yên ji bo serkirdayetiya Serok Barzanî û qurbanîdana Pêşmerge û xweragiriya gelê Kurdistanê hebû û spasî helwesta Herêma Kurdistanê ya li yarmetîdana proseya siyasiya Iraqê û hewldana vegerandina aramiya siyasî kir.

Li beşekî dinê vê kombûnê da behsa pêşhat û guhertinên dawî yên meydaniyên şerê terorîstên DAIŞê li Iraq û Sûriye kir û çawayiya hemahengiya di navbera hêzên hevpeymanan û hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî li şerê DAIŞê û plana azadkirina Musil û qonaxa piştî azadkirina Musilê xistin ber behs û guftûgoyan.

Li berdewamiya hevdîtinê de Serok Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîka di derbarê qonaxa piştî têkşikandina terorîstên DAIŞ û pêwîstiyên wan yên vê qonaxa li qada siyasiya Iraqê danustandina bîr û ramanan kirin.

Mijareke dinê vê civînê de di derbarê peywendiyan û berfirehtirkirina hemahengiya di navbera her dû aliyan bû û behsa ewe jî kirin ku ji bo muamelekirina li gel pêşhatên siyasî û emniyên Iraq û navçeyê li şêwirîn û peywendiyên berdewam da bin.

Li pêşwazîkirina Cîgirê Serokê Amerîka de hejmarek ji berpirsên siyasî û emnî û îdariyên bilindên Herêma Kurdistanê amade bûn.

Nûçeyên têkildar