26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nêçîrvan Barzanî: Dana deyna bo Kurdistanê manayekî girîng e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanên ragehand, ji Herêma Kurdistanê re deyn dayîna dewletên derve, piştrastbunekî navnetewî ya mezin e û baweriya bi Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanên ragehand, ji Herêma Kurdistanê re deyn dayîna dewletên derve, piştrastbunekî navnetewî ya mezin e û baweriya bi Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di dema îmzekirina peymana deyn dayîna ji aliyê IFC (Saziya fînansa Navnetewî) ve ji Kurdistanê re, gotarek pêşkêş kir û amaje bi yekê kir, ku ev piroseye berfireh kirina karebaya Silêmaniyê ye ku hêza karebayê 500 mega watt e û wê bi giştî jî bigehîne 1500 Mega watt ê û wê bilind bike.

Herwaha diyar kir: ‘’Deyn dayîna ji aliyê saziyekî giring a navnetewî ve, di vê rewşa Herêma Kurdistanê de û li gel tejî kirina pêwîstiyên giring ên karebaya Silêmaniyê tê wateya baweriya bi Herêma Kurdistanê ye. Herwaha ji aliyê siyasî ve piştîwaniyekî mezin û wateya wê jî giring bo rojame û pêşeroja Herêma Kurdistanê wê bibe.’’

Nêçîrvan Barzanî amaje bi yekê kir, ev nîşaneya baweriya saziyekî navnetewiye bo hikûmeta Herêma Kurdistanê û siyaseta hikûmetê ya nirx dide kertî taybet wek serkeftinê pênase kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, demekî dirêje dest bi çareserkirina pirsgirêka karebayê kirine, lê ji ber zêdebuna xwasteka li ser karebayê, hîn jî pirsgirêka kêm buna wuzeya karebayê heye. Ev pirsgirêk jî dibe sedem ku berhem bi dest xistin sist bibe û diyar kir: ‘’Emê hemû asankariyekî pêşkêşê kerta taybet bidin. (özelleştirme) hikûmeta Herêma Kurdistanê kerta taybet ne tenê jibo karebayê, dixwaze di hemû kertên xizmetguzariyên giştî de kerta taybet ve pişt girêbide û rolekî zêde bide. Di dema borî de giringiya kerta taybet me dizanî û em dixwazin siyaseta geşepêdanê ya kerta taybet misoger bikin. Ew jî dikeve çarçoveya bernameya awasaziyê, ku jibo vê jî 30 biryar hatine derxistin û yek ji wan jî biryara bi hejmara 69ê ye. Li gor vê biryarê hemû saziyên hikûmetê hewl didin û tişta ku em bikarin ji kerta giştî veguhezin kerta taybet, tenê kertên ku nabine taybet wê her wek kertên giştî bimînin.’’

 

Nûçeyên têkildar