26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Kanada: Şanazî ye ku zarokên me ligel Pêşmerge beşdar in di şikandina terorîstan de

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serok Erkanê Artêşa Kanada kir û di wê hevdîtinê de Serok Erkanê Artêşa Kanada hevdîtina li gel Serok Barzanî û serdana Kurdistanê bi şerefekî mezin da zanîn û ji bilî dûpatkirina pabendbûn û piştevaniya welatê xwe ya ji bo gelê Kurdistanê ragihand ku bi paşaroja peywendî û karê hevbeş û hemahengiya her dû aliyan de gelek geşbîne.

Roja pênçşem 28.04.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya General Jonathan Vance Serok Erkanê Artêşa Kanada û şandekî li gel kir ku ji hejmarek fermande û şêwirmendên serbazî yê artêşa Kanadayê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Serok Erkanê Artêşa Kanada hevdîtina li gel Serok Barzanî û serdana Kurdistanê bi şerefekî mezin da zanîn û ji bilî dûpatkirina pabendbûn û piştevaniya welatê xwe ya ji bo gelê Kurdistanê ragihand ku bi paşaroja peywendî û karê hevbeş û hemahengiya her dû aliyan de gelek geşbîne. Pêzanînên xwe jî ji bo azayetî û qurbanîdana Pêşmerge û xweragiriya gelê Kurdistanê ya li şerê dijî terorîstan de hebû û eve jî xisterû ku şanaziyê bi wê yekê dike ku zarok û gedeyên welatê wî mil bi milê Pêşmerge li şikandina terorîstan de berdewamin. Her wiha Serok Erkanê Artêşa Kanada Serok Barzanî ji hengav û planên welatê xwe ya berdewambûna li hevpeymaniya dijî Da'îş agahdar kir.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasiya gelê Kurdistanê û Pêşmerge bi gel û Hikûmeta Kanada gihand ku li şerê terorê de piştevanê xelkê Kurdistanê bûne û li rojên dijwar yên koçberiyê da jî xelkê Kurdistanê himbêz kirine. Pesnê hemahengî û rola tîmên serbaziyên Kanada yên li hevkarîkirina Pêşmerge kir û serxweşiyê li Serok Erkanê Artêşa Kanada kir ku sala derbasbûyî serbazên wan li şerê terorîstan da qurbaniyê dane.

Her li vê hevdîtinê de behsa sedemên tundrewî û hereşeyên terorê ya li asta cîhanê kirin û her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku teror hereşeyekî cîhanî ya giştgîre û cografya nas nake û rûbirûbûna wê jî hewlekî hemû aliyên navdewletî pêwîste û divê hem li ruyê serbazî û hem jî li ruyê siyasî û aborî û civakî û fikrî da jî şerê terorîstan bê kirin.

Nûçeyên têkildar