Fermandarê Pêşmerge: Çareserî bi derketina Heşda Şeibî ji Xurmatû ye

Xurmatû-KDP.info- Cîgirê Fermandarê Lîwaya 6 a Hêzên Pêşmerge li Xurmatû Barzan Ehmed Xale dibêje Heşda Şeibî bi wê rêkeftina ku beriya 2 rojan ligel kurdan kirin ji bo bergiriyê li xwe bû û ji bo ku ji Xurmatû dernekeve, ji ber ku eger ne ji wê rêkeftinê ba dê ji bajêr hatibana derxistin.
Barzan Ehmed Xale ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar bû duhî jî civînek di navbera Hêzên Pêşmerge û Heşda Şeibî derbarê normalkirina rewşê li Xurmatû lidar ketiba, lê berpirsên Heşda Şeibî amade nebûn û civîn bo îro hat paşxisin. Ez ne geşbîn im ku ew civîn bi ser keve, ji ber ku tek rê bo çareseriyê derketina Heşda Şeibî ye ji Xurmatû.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Ew guvaşa ku li ser Heşda Şeibî bû eger berdewam baya me karîbû wan ji wê bajarokî derxînin. Her roja rêkeftinê êriş kirin da ku wan cihên ku ji destê wan çûbûn vegerînin, lê nikarîbûn.”




