26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî: Pêwîst e Hêzên Pêşmerge bergiriyê li xelkê Xurmatû bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê aloziyên li navçeya Xurmatûyê de got, cihê dilgiraniyê ye. Herwiha got ku, pêwîst e hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bergiriyê li xelkê navçeyê bike û rê jî li hemû destdirêjiyeke li ser mal û mulkê hemwelatiyan û nîştecihên Xurmatû bigrin.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rûdanên çend rojên derbasbûyî yê bajaroka Xurmatû ku bûye sedema girjî û nearamiya li vê bajarokê, cihê dilgiraniya me ye. Gelek eşkereye ku hinek kes û aliyên ku berê jî çavkaniya girift û fîtneyê bûne, niha jî bi navên nû, destê wan bi anîna kêşe û fîtnegêriyê da heye û dixwazin şer û dûberekî li nav xelkê nîştecihê navçeyê û pêkhatan de dirust bikin.

Gelek bi mixabinî li encama van rûdanan de hejmarek hemwelatî û Pêşmerge şehîd û birîndar bûn, serxweşiyê li kesukarên şehîdan dikim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.

Daxwazê ji berpirsên Herêma Kurdistanê û Fermandeyên Pêşmerge dikim ku li gel aqilmendên nav Heşd, ewên ku dijî fîtneyê ne bikevin nava diyalog û guftûgoyê, bo ku rê li wan kesan bigrin ku dixwazin agirê şer û fîtneyê hilgîrsênin û bexteweriya xelk û pêkhatên navçeyê têkbidin.

Pêwîst e hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bergiriyê li xelkê navçeyê bike û rê jî li hemû destdirêjiyeke li ser mal û mulkê hemwelatiyan û nîştecihên Xurmatû bigrin.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
26.04.2016

Nûçeyên têkildar