Mercê xelkê Xurmatû derxistina Heşda Şeibî ye

Xurmatû-KDP.info- Cîgirê Fermandarê Lîwaya 6 a Hêzên Pêşmerge li Xurmatû dibêje tevî ku biryar e îro civînek derbarê Aloziya Xurmatû de di navbera berpirsên kurd û yên şîeyan de lidar bikeve, lê bi dîtina xelkê bajêr çareseriya vê aloziyê derxistina milîsên Heşda Şeibî ye.
Barzan Ehmed Xale Cîgirê Fermandarê Lîwaya 6 a Hêzên Pêşmerge li Xurmatû ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha rewş aram e û ji danê şevê ve tengê teqeyan rawestiya ye û biryar e îro civînek bê kirin da ku bigihên rêkeftinekê. Lê piştî rêkeftina cara çû 9 pêşmerge û welatî şehîd ketin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Take merca me bo rêkeftinê ligel Heşda Şeibî ew e ku pêwîst e jib ajar derkevin, helbet Hêzên Pêşmerge dê bimîne ji ber ku li derdora bajêr jî hene.”
Xale wiha domand: “Duhî Heşda Şeibî hêzek bo piştevaniya hêza xwe ya di Xurmatû de şand, lê Hêzên Pêşmerge rê nedan wan ku derbasî bajêr bibin.”
Cîgirê Fermandarê Lîwaya 6 a Hêzên Pêşmerge ragihand: “Çareserkirina vê rewşê ne asan e ji ber ku destên derve li pişt in, ji ber ku şîe dixwazin herêmekê ji xwe re li wê navçeyê ava bikin û hemû hewlên xwe ji bo wê yekê didin û em jî bi hemû karîna xwe li dijî wê ne û rê nadin wan.”
Ji aliyê xwe ve, Ehmed Şêx Lengerî ji malpera KDP.info re ragihand: “Tevî ku îro rewş aram e, lê bajar bi temamî vala dibe. Rewşeke pir xerab li nava Xurmatû heye û tevahiya xelkê nav bajêr dilgiran in û mixabin şehîd û birîndar hene.”




