26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balyozê Nemsa Bo Barzanî: Emê hevkarê we bin..Emê pêwendiyên xwe kûrtir bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Awusturya yê li Iraq û Urdinê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan silavên gel û Hikûmeta Awusturya ji bo gelê Kurdistanê û Serok Barzanî aniye û hatiye bo ku kar ji bo kûrtirkirina peywendiyan bike û bizanê ku çawa welatê wan dikare zêdetir hevkariya gelê Kurdistanê bike.

 

Roja dûşem 25.04.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mîşêl Dîzêr Balyozê nû yê welatê Awusturya (Nemsa) yê li Iraq û Urdinê kir.

Li hevdîtinê da Balyozê nû yê welatê Awusturya yê li Iraq û Urdinê ji bo rexsandina hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û ragihand ku silavên gel û Hikûmeta Awusturya ji bo gelê Kurdistanê û Serok Barzanî aniye û hatiye bo ku kar ji bo kûrtirkirina peywendiyan bike û bizanê ku çawa welatê wan dikare zêdetir hevkariya gelê Kurdistanê bike.

Her wiha eve jî ji bo Serok Barzanî xisterû ku gelê Awusturya sozekî zêde ji bo gelê Kurdistanê heye û li beranber tehdidan da agahdarî cangoriya Pêşmerge û xweragiriya xelkê Kurdistanê ne. Pêzanînên xwe jî ji bo mîhvandarî û dilfirehiya gelê Kurdistanê hebû ku bûne penageha sedan hezar koçber û lêqewimiyan.

Li beranber da Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Awusturya li Iraq û Urdinê xwest û ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokiyên Kurdistan û Awusturya pesnê gelê Awusturyayê kir ku dost û piştevanê gelê Kurdistanê ne û pêşwaziyê jî li kûrtirbûna peywendiyên di navbera her dû aliyan de kir.

 

Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de behsa şerê DAIŞê û wan tehdîdan kir ku rûbirûyê gelê Kurdistanê bûne. Di derbarê şerê DAIŞê û terorê de, Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku şerê DAIŞê pêwîstî bi hemahengî û hevkariyeke ciddî ya civaka navdewletî heye û şikestdana DAIŞê jî tenê ne bi rêya serbazî belku pêwîste li rûyê fikrî û aborî û siyasî ve jî DAIŞê û teror bê têkşikandin.

Her li vê hevdîtinê de behsa amadekariyên azadkirina Musil û peywendiyên di navbera Bexda û Hewlêr û paşaroja gelê Kurdistanê kirin û di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî ya li Tirkiye û 

Nûçeyên têkildar