26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tirkiye, Amerîka û Ewropa daxwaz ji Barzanî dikin pêvajoya aştiyê zindî bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Dîsa daxwaz ji Serok Barzanî tê kirin ku rolekê bibîne di destpêkirina pêvajoya aştiyê de li Tirkiyê. Çavdêr jî dibêjin ew xwîna ku bi dehan sal di navbera kurd û tirkan de dirjê dê bi înisyatîva Serok Barzanî raweste.

 

Maykil Nayt: Dibe ku înisyatîva Barzanî bibe bingehek bihêz bo pêvajoya aştiyê

Înisyatîva Serok Barzanî bo pêvajoya aştiyê li Tirkiyê li ser asta navdewletî rastî piştgiriyeke mezin hatiye, Şêwirmendê Koşka Spî ya Amerîka Maykil Nayt di gotarekê de amaje bi wê yekê dike ku dibe ku înisyatîva Serok Barzanî bibe bingeheke bihêz bo pêvajoya aştiyê li Tirkiyê, ji ber ku ji dema ku pêvajo zindî bû kurdan gelek sûd dîtin û nûnerên wan ketin parlementoyê.

Înisyatîva berê ya Serok Barzanî di çend qonaxan re derbas bû, qonaxa yekê dirustkirina zemînesaziyê bû di navbera PKK û Hikûmeta Tirkiyê de û qonaxa duyem jî diyalog bû û qonaxa sêyem jî cîbicîkirin bû û pirktîk bû. Heta li sala 2013ê Serok Barzanî yekem zingila fermî ya pêvajoyê lê da û bi çûna şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bow î welatî karîn şerê bi dehan sal ê Tirkiye bo demekê rawestînin.

Niha ku hemû gihîştine wê baweriyê ku pirsgirêka kurd li wî welatî bi lêdana xendeqan û şerê kolanan çareser nabe. Siyasetmedarê navdar ê kurd jî beriya çend rojan daxwaz ji Serok Barzanî kir ku bibe alîkar bo destpêkirin û serxistin apêvajoya aştiyê.

 

Abid Îke: Pêwîst e Mesûd Barzanî wek lêderekî kurdan rolekî mezin bibîne

Nûnerê HDPê li Herêma Kurdistanê Abid Îke ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi rastî me daxwazek ji Serok Barzanî re şandiye û me daxwaz ji hevlên PDKê jî kiriye ku Barzanî dûbare rolê xwe yê niştimanî û neteweyî bibîne di pêvajoya aştiyê de, ji ber ku rola Serok Barzanî di aştiyê de pir girîng e.”

Îke wiha got: “Em piştgiriyê li daxwaza Demîrtaş û Ehmed Turk dikin ku dûbare Mesûd Barzanî wek serok û lêderekî kurd rola xwe bibîne da ku kurd dîsa bikevin çarçoveya pêvajoya aştiyê de, ji ber ku di şerê Tirkiyê de kurdan gelek ziyan dîtin. Herwiha nûneratiya HDPê di hevdîtinekê de ligel Serok Barzanî de daxwaz jê kiriye ku ji Enqere re bêje ku ew tişta ku niha çêdibe ziyanê digihîne hemû aliyan, lewma divê şer raweste.”

 

Qehweçî: Herdu alî Barzanî qebûl dikin

Seroka Frakisyona Pêşkeftin a Tirkmanan Muna Qehweçî ji malpera KDP.info re tekez kir ku, “Ev hefteyek e ku çendîn daxwaz pêşkêşî Serok Barzanî hatine kirin da ku înisyatîvekê pêşkêş bike bo destpêkirina pêvajoya aştiyê. Ew daxwazî hem ji aliyê HDPê ne û hem jî ji aliyê partiya desthilatdar a Tirkiyê ne, ku Barzanî kesayetiyek e herdu alî wî qebûl dikin. Herwiha jibilî wan herdu aliyan, Amerîka jî li ser xetê ye da ku Serok Barzanî bi wê rolê rabe û pêvajo dîsa dest pê bike. Divê PKKê bigihê wê baweriyê ku bi şer pirsgirêka kurdî çareser nabe.”

 

Berwarî: Amerîka û Ewropa daxwaz ji Barzanî dikin pêvajoya aştiyê zindî bike

Ebdulselam Berwarî Çavdêrê Siyasî û Parlemanterê berê yê Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di destpêka salên heftê de Serok Barzanî gellek hewl dan ku pirsgirêka kurdî li Tirkiyê bi riyên aştiyane çareser bibin û berdewan tekez li ser wê yekê dikin ku ew pirsgirêk bi şer çareser nabe. Dema pêvajoya aştiyê dest pê kir rola Serok Barzanî tê de pir mezin û girîng bû û bû sedem ku 88 parlemanterên kurd têkevin parlementoyê, lê mixabin siyaseta şaş  a PKKê bû sedem ku Bakurê Kurdistanê wêran bibe.”

Berwarî derbarê daxwazên bo înisyatîva Serok Barzanî bo dûbare destpêkirina pêvajoyê, wiha domand: “Serok Barzanî texsîriyê nake di hewldanê xwe de, lê divê rê jê re bê xweşkirin û divê herdu alî amade bin bihevre rûnên. Niha li ser astên navdewletî mîna Amerîka û welatên Ewropî jî daxwaz tên kirin ku Serok Barzanî rolekê bibîne di pêvajoya aştiyê li Tirkiyê de.”

Nûçeyên têkildar