Başûr derman ji Rojava re şand..PYDê rê nade birîndaran ku bên Başûr

Zaxo-KDP.info- Berpirsê Xala Sînorî ya Pêşabûrê Şewket Berbiharî ragihand ku bi berdewamî alîkariyên mirovî bo Rojavayê Kurdistanê ji Başûr tên şandin û îro jî 14 ton derman ji wan re hatin şandin.
Şewket Berbiharî Berpirsê Xala Sînorî ya Pêşabûrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi berdewamî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû cureyên alîkariyên mirovî bo Rojavayê Kurdistanê tên şandin û bi ti awayekî şandina alîkariyan nehatiye rawestandin û û îro jî 14 ton derman ji wan re hatin şandin.”
Berbiharî wiha got: “Heta niha tenê yek birîndar ji Qamişlo bi dermankirinê hatiye Herêma Kurdistanê, ji ber ku PYDê rê nade wan birîndaran ku bên nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê.”
Berpirsê Xala Sînorî ya Pêşabûrê ragihand ku çend carekê birîndar hatine ser sînor lê PYDê ew vegerandine û rê li wan girtiye û min ew yek bi çavê xwe dît.




