26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî berdewame di xizmet kirina kesên ku bi çekên Kîmawî birîdarbûne

Çavkanî: KDP.info

Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku dê muçeyek bê danîn ji bo wan kesên ku bi çekên Kîmawî birîdarbûne Li Herêma Kudrstanê.

 

Rêvebirê gişti yê rêvebiriya şehîdan û anfalkiriyan li parêzgeha Silêmaniyê Beha El-dîn Mihemed ji dezhehên ragihandinên got ku encumana wezîran ya Herêma Kurdistanê biryar da ku, muçeyeke mangene ji bo kesên di bombebarana kîmawî de birîndar bûne li Herêma Kurdistanê  girêde, her wiha diyar kir ku wê her serê heyvê 400 hezar dinarî werbigrin û ev muçe wê ji serê vê manga mijdarê de bête destbêkirin.

 

Ji aliyê xwe ve Fazil Beşaretî nûnerê xelkê Helbça di perlemanê Kurdistanê de ji KDP.info re ragihand ku berî niha wan kesên ku bi çekên Kîmawî birîdarbûne Li Helebça daxwaz kirbûn ji Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ku muçeyekî mehane ji wan re bê danîn û got: " gelek giringe alîkariya wan kesan bê kirin jibo ku bikaribin hinek ji xemên xwe jibîr bikin."

 

Herweha nûnerê xelkê Helbça di perlemanê Kurdistanê de got: " sipas jibo serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî hedem alîkariya wan kesên ku bi çekên Kîmawî birîdarbûne Li Helebça kiriye û bi fermana serok gelek caran ew kesane hatine şanin jibo dervey welat jibo çareser kirinê, serokê herêmê berdewame di xizmet kirina kesên ku bi çekên Kîmawî birîdarbûne

."

Nûçeyên têkildar