Asayişa Xurmatû rastî êrişê hat..Kurd û Heşda Şeibî di civînê de ne

Xurmatû-KDP.info- Rêveberê Asayişa Xurmatû ragihand navenda asayişa Xurmatû jî ji aliyê Heşda Şeibî ve hat topbarankirin û di encamê de 3 karmendên asayişê birîndar bûn.
Rêveberê Asayişa Xurmatû Rayîd Farûq Ehmed ji malpera KDP.info re ragihand: “Di encama şerê di navbera Heşda Şeibî û Hêzên Pêşmerge de hawenek li navenda asayişa me ket û di encamê de efserek û 2 karmend birîndar bûn.”
Rayîd Farûq Ehmed ragihand: “Niha teqe rawestiya ye û aliyên kurdî û Heşda Şeibî derbarê wê yekê de di civînê de ne û em jî li hêviya encamê ne.”
Herwiha Ehmed beriya niha ragihandibû ku, danê sibehê ew şer dest pê kir û di şer de fermandarekî Hêzên Pêşmerge bi nave Emîd Sîrwan û hejmarek welatî şîhîd bûn.




