Siûd Mela: Ji ber siyaseta PYDê tiştek bi nave Kurdistana Sûriyê nemaye

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) dibêje ji ber siyasetên şaş ên PYDê tiştek bi nave Kurdistana Sûriyê nemaye û Qamişlo bi xwe ji çend kantonan pêk tê ku milîsên Mihemed Faris û çekdarên PYDê û Artêşa Sûriyê tê de ne.
Siûd Mela ragihand: “Tiştek bi navê Kurdistana Sûriyê nemaye, lê belê bûye Erebistan, ew jî hemû ji ber PYDê. Hemû cadeyên Rojavayê Kurdistanê tije ereb bûne.”
Derbarê helwesta ENKSê ji danûstandinên Cenêvê Mela da zanîn ku ewê di nava opozisyona Sûriyê de bimînin.




