Siwîsra: Pêşmerge bergirîkarekî mezin e di ber demokraziyê de

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Wezîrê Derve yê Siwîsra matmayîna xwe nîşan da ji ber emin û asayîşa ku li Herêma Kurdistanê heye û ragihand ku Pêşmerge bergirîkarekî mezin e di ber demokrazî û ewlehiya hemû cîhanê de.
Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî îro pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Siwîsra Êvîz Rosiye kir û di serdana bazaar û ser kela Hewlêrê de jî matmayî ma ji ber emin û asayişa ku li Hewlêrê heye di dema ku Herêma Kurdistanê di rûbirûbûneke mezin de ye ligel bereya terorîstî li cîhanê ku DAIŞ e.
Herwiha ew pêkvejiyana jiyana ku li paytextê bilind nirxand ku bûye sedema dirustbûna tabloyeke ciwan di demokrasî û azadiyê de.
Herwiha got jî: Hewlêr jibilî ku rûbirûyî DAIŞê bûye û bûye penagehekî aram bo hemû gişt pêkhatên din ên Iraqê ku gef li ser wan hebû, di dema ku niha zêdetirî milyonek û 500 hezar koçber û penaber li vî bajêrî cih ji wan re hatiye kirin.
Rosiye rola qehremanî ya Hêzên Pêşmerge bilind nirxand ji ber pêgeha wan a girîng li cihana azad ku bergirîkarekî dijwar in di demokrasî û ewlehiya hemû cîhanê de.




