26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermandarekî amerîkî: Beşek ji alîkariyên darayî dê ji bo pêdviyên Pêşmerge bin

Çavkanî: KDP.info

Waşinton-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de ragihand ku beşek ji wan alîkariyên darayî ku bo Hêzên Pêşmerge hatine terxankirin bo peydakirina kersteyên xwarinê dê bên xerckirin.

General Siyan Mak Farland fermandarê Hêza Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de li Waşinton ji rojnamevanan re ragihand ku beşek ji wan alîkariyên darayî ku bo Pêşmerge hatine terxankirin bo keresteyên xwarinê ne.

Tê zanîn ku di serdana xwe de bo Iraqê Wezîrê Bergiriyê yê Amerîka Aşton Karter terxankirina budceyekê ji aliyê Amerîka ve bo Hêzên Pêşmerge ragihand, ku bi rêkeftin ligel Hikûmeta Bexdayê dê ew pere li gorî pilanekê wek alîkarî bigihên Hêzên Pêşmerge.

Nûçeyên têkildar