26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî ferman da ku nexweşxaneyên Kurdistanê li pêşiya birîndarên Qamişlo bên vekirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li se şerê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê biryarek bilez derxist.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, îro înê Serokê Herêma Kurdistanê biryarek derxist û têde ferman da hemû nexweşxane û binkeyên tendirustî yên Başûrê Kurdistanê ku bikevin alarmê û xwe ji birîndaran şerê Qamişlo re amade bikin.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hemû nexweşxane û binkeyên tendirustî yên Herêma Kurrdistanê ketin rewşa alarm û amadebaşiyê bo wergirtin û çareserkirina birîndarên bûyerên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê.”

 

Serok Barzanî herwiha ferman kiriye, ku jibo hawarçûn û pêşwazîkirina birîndarên şerê Qamişlo hemû cure alîkarî û hêsankarî bên kirin.

 

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Serokê Herêma Kurdistanê gişt dezgehên têkildar ên Herêma Kurdistanê bi wê yekê erkdar dike, ewa ku pêwîst be bi mebesta alîkarî û hêsankarî bo hawarçûn û pêşwazîkirina birîndaran û dabînkirina hemû pêwîstiyên çareserkirina wan.”

Nûçeyên têkildar