26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dr. Mehmûd Osman: Rewşa Iraqê derfeta serxwebûnê zêdetir dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê kurd Dr. Mehmûd Osman ragihand ku pêwîst e kurd sûdê ji rewşa niha ya Iraqê werbigirin ji ber ku ev rewş dihêle ku derfeta kurdan bo serxwebûnê zêdetir dike.

Dr. Mehmûd Osman ji malpera KDP.info re ragihand: “Iraq ji dema ku heye bi vî awayî ye û netiştekî nû ye, lê niha mesele gihîştiye cadeyê û Rêberê Rewta Sedir rewş aloztir kiriye, lê aliyên Iraqê lihev lihev nekirine. Ev 13 sal e ku ew bi Iraqê dilîzin û nikarin îdareyê bikin lewma tişta ku tê kirin ne tiştekî çaverêkirî.”

Wî siyasetmedarê kurd dibêje, encamê vê rewşê nebaş e ji ber ku parlemanto bûye 2 beş û pûç bûye lewma dibe ku hilbijartin bên kirin, lê bi guvaşa cadeyê tiştek bê kirin destûr û qanûn namînin û tiştekî şaş e lewma nabe bi vî awayî be.

Dr. Mehmûd Osman wiha got: “Rewşa kurdan baş e û yekgirtî ne û têkilî wê tevliheviyê nebûne lewma ev tiştekî baş e ku nebûne beşek ji wê rewşê. Eger kurd yekgirtî bin û xwedî gotinekê bin dê bikaribin sûdê ji vê rewşê bibînin.”

Siyasetmedarê kurd Dr. Mehmûd Osman ragihand ku pêwîst e kurd sûdê ji rewşa niha ya Iraqê werbigirin ji ber ku ev rewş dihêle ku derfeta kurdan bo serxwebûnê zêdetir dike.
 

Nûçeyên têkildar