Qayîmqamê Şingalê: Bexda daxwazên me cîbicî nake

Şingal-KDP.info- Qayîmqamê Şingalê dibêje ku wan çendîn car daxwaz pêşkêşî Hikûmeta Iraqê kirine, lê heta niha tiştek ji wan cîbicînekirine, sedema wê jî ji ber kurdbûna êzdiyan e.
Mehma Xelîl Qayîmqamê Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Derbarê Şingalê û pêdviyên wê me 3 daxwazên me hene wek avakirina Şingalê û vekirina gorên komî û azadkirina navçeyên din ên Şingalê.”
Xelîl wiha domand: “Hikûmeta kurdistanê pêngav bo mebestê avêtin lewma niha çaverê tê kirin ku ew daxwazî bên cîbicîkirin. Heta niha me çendî car daxwazên xwe pêşkêşî Bexdayê kirine derbarê avakirina navçeyê, lê Bexda daxwazên me cîbicînekir.”
Qayîmqamê Şingalê ragihand: “Sedema cîbicînekirina wan daxwazên me ew e ku em êzdî kurd in.”




