“PKK li dijî kurdan mafê mirovan binpê dike”

Hewlêr-KDP.info- Di vê dema dawî de ji ber şerê li dijî DAIŞê
welatên rojava pesnê PKKê didin, lê li Rojhilata Navîn bi başî behsa
PKKê nayê kirin û hin pispor dibêjin PKK li dijî kurdan mafê
mirovan binpê dike.
Çavkaniyên Cîrusalim Online li Iraq û Îran û Sûriyê belgeyan li
binpêkirinên mafê mirovan ji aliyê PKKê ve belav dike.
Di vê dema dawî de ji ber şerê li dijî DAIŞê welatên rojava pesnê
PKKê didin, lê li Rojhilata Navîn bi başî behsa PKKê nayê kirin. Li
Tirkiyê PKK wek rêxistineke terorîst tê naskirin û PKKê berdewam
êrişî xelkê sivîl kiriye ji ber ku razînebûne alîkariya wan bikin.
Pêwendiya PKK bi girûpên îslamî tundrew
Dema şer li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di salên 90î de şer gerim
bû, bi hezaran gund wêran bûn. PKKê gelek xelkên sivîl kuştin. 37
hezar kes di wî şerî de hatin kuştin.
Li gorî Korbenda Rojhilata Navîn tevî ku Markisiyên Lînînî yên PKKê
pêwendiya wan ligel girûpên tundrew hebû, xwekujên PKKê wek
amajeyek bo fîdekarî û şehîdan, ew wek wan oldaran kar dikin, ku
serkirdeyên karîzmî rêveberiya wan dikin, ku ji karên xwekujî
îlham ji wan re hatiye. PKKê li dijî Îsraîl bibû dostê Îran û rêjîma
Sûriyê û herdu aliyan PKK ji bo berjewendiya xwe bikar tannin.
Çavkaniyên Cîrusalim Online li Iraq û Îran û Sûriyê belgeyan li
binpêkirinên mafê mirovan ji aliyê PKKê ve belav dike.
Navendeke leşkerî ya PKKê li Îranê heye
Kurdekî li dijî desthilata Îranê ji Cîrulsalim Online re ragihand ku
her kesek biçe nav refên PKKê qet nikare dest ji wan berde û
kampeke leşkerî ya PKKê li Îranê heye û Îran çekan jê re dişîne
heta piştevaniya wê bike. Herwiha PKK ji Îranê re sînorê Îran û
Iraqê diparêze û carna pirsgirêkan ji girûpên din ên Îranê re
derdixe. PKK dibêje bo wan û bo yên din qedexe ye. Piraniya
kurdên Rojhilat piştevaniya aliyên din ên Rojhilatê Kurdistanê
dikin.
Ew kurdên ku navê wî nehatiye eşkerekirin dibêje PKKê ji wê yekê
ditirse ku eger rê bidin xelkê ku bi azadî di partiyên din de kar
bikin, ji ber ku ew yek dê bibe sedem ku gelek xelk dest ji PKKê
berdin û pêwendiyê bi girûpên din bikin.
Cilên Pêşmerge qedexe dike
Çavkaniya Iraqê ji wê malperê re ragihandiye ku PKK bi awayekî
heremekî xelkê digire û dibêje PKK jineke 80 salî 4 saetan girtiye
ku xwestiye çêlekên vegerîne male bi tometa ku wê jinê dixwest
zanyariyan li ser çekên wan kom bike. Herwiha cilên Pêşmerge li
navçeyên bin destê wan qedexe ne. 2 xortan cilên pêşmergeyan li
xwe kiribûn lê PKKê ew hişyar kiribûn ku ew cil qedexe ne û nabe li
xwe bikin û piştî 2 saetan hatibûn û li wan dabûn lê xelkê navçeyê
nehiştibûn wan bigirin. Şermezariyeke mezin e ji wan re, ji ber ku
hemû cîhan şanaziyê bi Pêşmerge dike, lê li navçeyên bi destê
PKKê ew cil qedexe ne.
Li gorî zanyariyên wî çavkaniya Iraqê li navçeyên bin destê PKKê
xortek hat girtin ji ber ku piştevaniya Serokê Herêma Kurdistanê
kiriye û xistine zindanê de di bin erdê de, ku 5 kesên din di wê
zindanê de bûn ku dixwestin ji PKKê veqetin lê hatibûn girtin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Kurdistanê daxwaz ji PKKê
kirine ku xwe dûrî gund û navçeyên xelkê sivîl bikin da ku balafirên
Tirkiyê li xelkê nedin, lê li gorî çavkaniyên Cîrulsalim Online PKKê
xelkê sivîl dike mertan da ku xwe biparêze.
PKK xort û zarokan direvîne
Berpirsekî ENKSê bi navê Îhsan Efrînî hevnêrîn e ligel çavkaniya
Cîrulsalim Online û dibêje dema behsa PKKê tê kirin pirensîpên
mafê mirovan namînin û PKKê tawanên li dijî mirovatiyê dike û
tenê beriya çend rojan xortek ji Kobanê revandin ku temenê wî
tenê 17 sal bû û bi zorê ket nava PKKê de û piştre wî xortî xwe
kuşt ji ber ku nedixwest vegere cem PKKê. Xort û zarokan
direvînin. PKK li ser binpêkirina mafê mirovan hatiye avakirin.
Bi gotina Efrînî, berpirsekî PKKê jê re gotiye, ew ji aliyê xelkê
nenaskirî tên meşandin ku li Îran û Tirkiyê ne û hinek ji wan
nizanin kurdî. Rast e em berbirs in di nava PKKê de lê tiştek ji
destê me nayê.




