“PKK koçberiya kurdên êzdî di berjewendiya xwe de bikar tîne”

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge eşkere kir ku PKK bi
kelûpelan û mobîlan zarokên kurdên êzdî ji rê dibe û wan dike çekdar, PKKê
koçberiya kurdên êzdî îstixlal dike û di berjewendiya xwe de bikar tîne, lê
em ji wan qebûl nakin.
Qasim Derbo Fermandarê Hêza Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand:
“PKK li ser çiyayê Şingalê bi hêceta vekirina dibistana xwendekaran razî dike
ku tevlî wan bibin bi taybetî jî keçên êzdî. Her yek û mobile dane wan da ku
tevlî wan bibin.”
Derbo wiha got: “Bi gotinên xweş û derewan zarokan dixapînin û wan dibin,
ji ber ku bi hêsanî mejiyê zarokên 15 salî tê şuştin. Dema zarokan razî jî
dikin nahêlin ew zarok biçin malên xwe. Ez bi xwe 4 keçan nas dikim ku ev
yek bi wan re kirine.”
Wî fermandarê Pêşmerge behsa wê yekê jî kir ku “Ew karê wan pir xerab e
û ti cudahiya wê ligel karê DAIŞê tune ye. Eger haya me jê hebe, em rê
nadin wan wî karî bikin, lê ji ber ku kurdên êzdî koçber bûne ew jî vê yekê
îstixlal dikin. Lewma pêwîst e mezinên êzdiyan bicivin û rê li pêşiya wan
bigirin.”




