Hêza dijîterorê serkirdeyekî DAIŞê li Mûsilê kuştin

Hewlêr-KDP.info- Hêza dijîterorê ya ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û hêzeke taybet a Amerîkî, li navçeya Hemam Elîl a başûrê Mûsilê, operasyoneke taybet û hevbeş encamdan.
Rêveberya Giştî ya Dijîterorê ya ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, ragihand, piştî komkirna agahiyên îstixbaratî û çavdêrîkrinê, îro di operasyoneke taybet û hevbeş de, Rêveberiya giştî ya Dijîterorê û hêzeke amerîkî pêkanîn.
Hat gotin operasyon bi rêka daketina asmanî, bi helîkopteran, li nêzîkî hemam Elîl ku dikeve nav devera di bin kontirla DAIŞ de, hat encamdan.
Di encama operasyonê de emîreke DAIŞê Selman Abid Şebib el Cuburî yê bi navê Ebû Yûsif tê naskirin û 2 pasavanên wî hatine kuştin.
Parastinê diyar kir ku Ebû Yûsif berê êmîrê giştî yê serbazî yê başûrê Mûsilê bû û serperiştiya êrişên DAIŞê yên li Mexmûrê dikir.




