Senator û Perlementerên Fransa û Ewrupa piştevaniya xwe bo gelê Kurdistanê û Serok Barzanî dûpat kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şandekî hevbeşa Senator û
Perlementerên Fransa û Parlemena Ewrupa kir û di wê hevdîtinê de şanda
mêvan piştevaniya xwe bo gelê Kurdistanê û Serok Barzanî dûpat kirin.
Roja dûşem 18.04.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
Kurdistanê pêşwaziya şandekî hevbeşa Senator û Perlementerên Fransa û
Parlemena Ewrupa kir.
Li hevdîtinê de şanda mîhvan ji bo rexsandina hevdîtinê spasî Serok Barzanî
kirin û ragihandin ku ji bo dûpatkirina palpiştiya wan ya gelê Kurdistanê û
piştevanîkirina Serok Barzanî hatine Kurdistanê û her wiha ji bo wê yekê ji
nêzîk ve agahdarî rewşa emnî û aborî û siyasiya Herêma Kurdistanê û Iraqê
bibin û ji bo kultûra dewlemenda pêkvejiyana olî û neteweyî û mezhebî ya li
Herêma Kurdistanê û qurbanîdana wan ya şerê terorîstan û her wiha
himbêzkirina sedanhezar koçber û lêqewimiyên pêkhatên neteweyî û oliyên
Iraq û Kurdistanê destxweşiyê jî li gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma
Kurdistanê kirin.
Paşê amadebûyan pirsiyar û têbîniyên xwe yên di derbarê rewşa siyasî û
şerê Da'îş û paşaroja navçeyê û Sûriye û Tirkiye pêşkêşî Serok Barzanî kirin û
daxwaz kirin ku Serok Barzanî rûnkirineke pêwîst di derbarê babetan de
bide bo ku bikarin baştir ji rewşê têbigihin û yarmetî û piştevaniya zêdetir ji
bo xelkê Kurdistanê li Fransa û welatên Ewrupa bi dest bînin.
Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û spasiya gel û
Serok û Hikûmeta Fransa û welatên dostên gelê Kurdistanê kir ku li rojên
teng da piştevanê xelkê Kurdistanê û Pêşmerge bûne û li gotarek da ji bilî
balkişandina wê yekê ku teror hereşeyekî cîhaniye ji bo hemû aliyek, rewşa
meydanî ya şerê DAIŞê û serkeftinên hêzên Pêşmerge ji bo şanda mîhvan
şîrove kir û behsa wan tehdidan kir ku rûbirûyê gelê Kurdistanê bûne. Ji bilî
balkişandina qeyrana darayî û sedema wê yekê xisterû ku têçûnên şer û
dabezîna nirxa neftê û hewandina koçberan wiha kiriye ku Kurdistan li ber
qeyranekî mezin da bê û eve jî li halêk daye ku Hikûmeta Iraqî û civaka
navdewletî wekî pêwîst ji meseleya koçberan yarmetiya Herêma Kurdistanê
nedane.
Serok Barzanî balkişand li ser ferhenga dewlemenda pêkvejiyana gelê
Kurdistanê û wê yekê ji bo amadebûyan şîrove kir ku li nav gelê Kurdistanê
da hîç cûre hesasiyetekî olî û tayîfî û neteweyî tûne û hemû bi bê cûdahî û
bi aştî li gel hevdû da dijîn.
Serok Barzanî behsa dîroka gelê Kurdistanê li gel Iraqê da kir û wan êşên ku
li encama binpêkirina şeraket tûşî xelkê Kurdistanê hatiye, ji bo şanda
mîhvan behs kir.
Di derbarê operasyona azadkirina Musil jî Serok Barzanî wê yekê dûpatkir
pêwîste berî azadkirina Musil rêkkeftina siyasî li ser birêvebirina Musil li
qonaxa piştî azadkirina li navbera aliyan û pêkhatan da hebê ew jî bi navê
mîsogerî dayîna pêkhatan bi taybet Mesîhî û Êzîdiyan ku wan jiyanekî
bextewer hebê û êdî karesat dûbare nebin.
Serok Barzanî li beşekî dinê axaftina xwe de ronahî xiste ser rewşa Sûriye û
her wiha girjî û aloziyên Tirkiye û proseya aştî ya li vî welatî.




