PDK dizane niha dema serxwebûnê ye..Pêwîst e em pişta serok bigirin û bigihên armanca xwe

Hewlêr-KDP.info- Pisporek di warê dîrokî de dibêje, hewldan bo
serxwebûnê serweriyeke mezin e bo Serok Barzanî û gelê Kurdistanê û di
dîrokê de berdewam diruşmên PDKê guncaw bûn, lewma PDKê baş dizane
ku niha dema serxwebûnê ye ku bê ragihandin.
Profesorê dîrokê û mamosteyê zanîngehê Dr. Selam Xoşnaw ji malpera
KDP.info re ragihand: “Peymannameya Saykis Bîko 29 roj jê re maye ku 100
sal bi ser de derbas bibe, ku di 16-5-1916ê de hat pêkanîn. Niha DAIŞ hatiye
vê navçeyê û li ser erdê ew rêkeftin bi dawî hatiye. Di sedeya borî e gellek
pisporan digotin ku Kurdistan dê bibe dewlet û herwiha Tunis û Darfur û
Emazîxî li Merakiş û şîe û sune li Iraqê dê bibin xwedî dewlet.”
Wî pisporê kurd derbarê hewlên Serok Barzanî bo serxwebûnê, ragihand:
“Herêma Kurdistanê xwestiye pêwendiya xwe ligel Erebistana Siûdiyê û
Tirkiyê baş bike, lewma Siûdiyê konsulxaneya xwe vekir. Hewlên Serok
Barzanî bo serxwebûnê pir girîng in û bala welatan bo Herêma Kurdistanê
kişandiye û di hevpeyvîna xwe ya dawî de ligel televizyona Aljazeera de
eşkere kir ku welatên Ewropa û Amerîka ne li dijî serxwebûna Kurdistanê
ne.”
Dr. Selam Xoşnaw wiha got: “Pêwîst e em navmala xwe ya Kurdistanê rêk
bixin û bikin yak û ti kes astengiyan ji hewlên Serok Barzanî re dernexe û
pêwîst e em pişta serok bigirin û bigihên armanca xwe. Hewldan bo
serxwebûnê serweriyeke mezin e bo Serok Barzanî û gelê Kurdistanê û di
dîrokê de berdewam diruşmên PDKê guncaw bûn, lewma PDKê baş dizane
ku niha dema serxwebûnê ye ku bê ragihandin.”




