26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK û YNKê: Refrandum mafê demokrasî yê gelê Kurdistanê ye..Emê ligel Bexdayê gotûbêjan bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Civîna Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdsitanê (PDK)

û Yekîteya Niştimaniya Kurdsitanê (YNK) bi serperştiya Serokê Herêma
Kurdistanê Mesûd Barzanî bidawîbû, herdu aliyan daxuyaniyek hevbeş
belav kirin, di daxuyaniyê de haerdu alî tekez dikin ku referendum
mafê serûştî yê Gelê Kurdistanê ye.

Herwiha tekez dikin ku yekemîn welat û aliyê ku divê em referandûmê
ligel wan gotûbêj bikin Iraq û aliyên iraqî ne.

Deqê daxuyaniya heveşa PDKê û YNKê:

Daxuyaniya Civîna Hevbeşa YNKê û PDKê
Xelkên Iraqê yên dilsoz
Hêzên siyasiyên Iraq û Kurdistanê

Di heleûmercên metirsîdar ên Iraq û Navçeyê de, di demekê de ku hêviya
me hebû ku piştî hilbijartinên parlemen û hikûmeta niha ya berêz Ebadî
hemû pirsgirêkên berê yên abûrî, siyasî û yasayî li seranserî Iraqê
çareseriyek jibo wan were dîtin û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexda
werin çareser kirin û parastina welat bikeve nav piroseya demokrasî
fedralî de.

Lêbelê mixabin û tevî danbixwegirtina Herêma Kurdistanê û hêzên
siyasiyên Kurdistanê derbarê ne dadmendiya cîbicî kirina destûr,
girftên birîna budceya Herêma Kurdistanê û mûçeyê Pêşmerge û
pirpagenda li dijî Kurdan û ezmûna demokratiyê li Kurdistanê, tevî van
hemû rastiyan jî Herêm aKurdistanê danbixwe daye û xwe ragirtiye. Di
dema ku hêzên din nav parlemena Iraqê de xelkên Iraqê ber bi şerê
navxweyî ve dibe, ev yek jî bandore li rewşa Iraq û Navçeyê dike heta
bandore li şerê li dijî DAIŞê dike.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştemaniya Kurdistanê
(YNK) ji serdema opozisyonê ve heta piştî rûxandina rêjîma Sedam Husên
û pêkanîna Iraqekî fedral di erkê xwe yê niştimanî kêmxem nebû û gelek
qurbanî di vê rê de dane.

Heta ku gihşte ku li Kurdistanê Enfal û Kîmyabarn pêkhat, lêbelê
mixabin piştî rûxandina Sedam Husên ji bilî ew pirsgirêkên ku li Iraqê
hatin durust kirin û ziyan gihandin hemû aliyan , Gelê Kurdistanê
ducar bê hêvî bûye, her hikûmetek tê ser hikim pirsgirêkên siyasî û
abûrî durust dike, herwiha pirsgirêkên ne çavlirê jî durust dike bi
taybet li rûyê abûrî û hikmranî û cîbicî kirina madeya 140 a destûrê
Iraqê.

Azadîxwazan

Mixabin rewş metirsîdare, Gelê Kurdistanê ne beşek ji pirsgirêkên nav
parlemene, lêbelê bi dirêjayî herdemê hewil daye ku beşek bi ji
çreseriyê. Me nekarên xirab û nejî me hewil daye ku pirsgirêkan kûrtir
bikin û rewşê xirbtir bikin. firekesyonên Kurdistanî li Bexda yek rêz
û helwêstin û siyaseta hêzên Kurdistanî jî bi ciwanî dane meşandin. Li
vi rem tekeziyê li ser van xalan dikin:

1-Wek ku hêzên siyasiyên Kurdistanê me biryar daye, divê danûstendinek
nû û li gorî pirojeyekî pesendkirî ji hemû hêzên siyasî ku hemû
daxwazên me yên niha lixwe digre jibo hemû pirsgirêk çareser bibin di
riya şandek hevbeş de di navbera aliyên parlemenê Iraqê û pêkhateyên
Kurdistanê biçune Bexda di zûtirîn dem de.

2-Çareser kirina pirsgirêkên niha yên parlemen û hikûmetê, dîsa bi
sazan siyasî û hikûmetek bi şiyan û rateqîne ye, sazan li ser bingeha
baweriyê û hikûmetek bi tiwane ku karibe hemû pirsgirêkên hevbeşiya
hikimraniya Iraqê çareser bike tevî pirsgirêkên Bexda û Herêma
Kurdistanê.

3-Em dê şiyanên xwe bêhtir bikarbînin, jibo nav mala siyasiya
Kurdistanê jibo çaresr kirina hemû pirsgirêkan û mafê hemû aliyan û
pêkhateyan bê parastin.

4-Referandûm mafê demokratî yê Gelê Kurdistanê ye, bê guman yekemîn
welat û yekemîn alî ku pêwîste em mijara referandûmê welatê Iraq û
aliyên Iraqî ne.

Daxwazê ji hemû aliyan dikin ku take rê li pêşiya hemû aliyan ew e ku
gotûbêjan bi hevre bikin, nek rekaberî, tolstendin û meramxwaziyê,
herwiha divê hemû guhertin rewa û destûrî bin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
16.04.2016

Nûçeyên têkildar