26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Amerîka û Ewropa ne li dijî serxwebûnê ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî da zanîn ku Amerîka û Ewropa ne li dijî serxwebûnê ne. Ew, rewşa Kurdan û rastiyê baş dizanin. Dibe di derbarê referandoma serxwebûna Kurdistanê de xwedîramanên cuda hebin lê ti kes li dijî serxwebûna Kurdistanê nîn e.


Serok Barzanî bi televîzyona Al Jazeera re hevpeyvînek pêk anî ku tê de behsa referandoma serxwebûnê kir.

Barzanî li ser pirsa “Amerîka û welatên Ewropayê serxwebûna Kurdistanê çawa dinirxînin?” got: “Ew, rewşa Kurdan û rastiyê baş dizanin. Dibe di derbarê referandoma serxwebûna Kurdistanê de xwedîramanên cuda hebin lê ti kes li dijî serxwebûna Kurdistanê nîn e.”
 
Barzanî li ser referandomê axifî û got, “Piştî du cerbandinên mezin mixabin bihevrejiyan li Iraqê de serkeftî nebû lewre lazime ezmûneke din were cerbandin. Piştir Kurd di dema giştpirsî de deng bi vê yekê dan daku li gel Îraqeke fedral û demokratîk de bin bi mercek ku hevpariyeke rastîn hebe, lê ew yek pêk nehat û serkeftî nebû û di şûna şeraketa rastîn de enfalkirin, kîmiyabarankirin û bordimankirina Kurdistanê derket holê.”

Serok Barzanî di berdewamiya hevpeyvînê de got: “Piştî sala 2003 û di qonaxeke nû de destûra nû ya Îraqê hate nivîsandin, ew destûr bo sala 2003 û bo niha jî gelek başe lê eger were cîhbicîhkirin, mixabin kes destûr cîhbicîh nake û ew ezmûna han jî ku ezmûna dudiyan bû rastî şikestê hat lewre niha lazime ku rêbazeke din were bikaranîn jiber vê çendê niha baştirîn ezmûn û baştirîn rê sazkirina refrandomê ye li Kurdistanê de, refrandom ti têkiliyeke xwe bi kêşeyên navxweyî yên Kurdistanê re tuneye jiber ku refrandom û serbixweyiya Kurdistanê ji her kêşeyeke din bo me girtîngtit û mezintirin.”

Herwiha Barzanî tekez kir ku pêkneanîna referandomê ne ji ber qeyrana navxweyî ye û got, “Referandom û serxwebûn ji hemû pirsgirêkan girîngtir e.”

Derbarê têkiliyên li gel Îranê de jî Serok Barzanî got: “Îran têkiliyên xwe ligel aliyên siyasî hene beriya hilweşandina rêjîma Besê jî dostê opozîsyonê bû, lê em bi ti awayî qebûl nakin ku Îran destwerdaniya karûbarên navxweyî yên Kurdistanê bike û eger kêşeyên curbicur jî hebin vê bi diyalog û jihev fêmkirina wan çareser dikin.”

Derbarê helwesta Tirkiyeyê ya li hember serxwebûna Kurdistanê de jî Serok Barzanî got: “Heta niha rasterast me behsa ev pirsa han li gel Tirkiyeyê nekiriye û eger Tirkiye bixwaze ez dikarim di vê derbarê de wan agehdar bikim.”

Nûçeyên têkildar