26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ligel şerê terorê, Serok Barzanî giringiyek mezin dide pêşxistina zanist û xwendinê

Çavkanî: KDP.info
Dihok-KDP.info- Mamostayekî zanîngehê dibêje, vekirina Zanîngeha 
 
Amerîkî li Dihokê wê yekê nîşan dide ku Serok Barzanî tevî kirîza darayê û 
 
şerê DAIŞê hewl dide Herêma Kurdistanê ji aliyê zanistî ve pêş bixe.
 
Çavdêrê Siyasî û Mamosteyê Zanîngehê Dr. Salih Mela Umer Îsa ji malpra 
 
KDP.info re ragihand: “Di rewş niha ya Herêma Kurdistanê de ku Hêzên 
 
Pêşmerge di şer de ne ligel terorîstên DAIŞê de, vekirina Zanîngeha Amerîkî 
 
li Dihokê nîşana wê yekê ye ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û 
 
PDKê giringiyeke mezin didin rewangeha pêşxistina zanist û xwendinê li 
 
Herêma Kurdistanê.”
 
Dr. Salih Mela Umer Îsa ragihand: “Ji aliyê zanistî ve Herêma Kurdistanê roj 
 
li pey roj pêşkeftinên mezin dibîne û ev yek nîşan dide ku Herêma 
 
Kurdistanê giringiyeke mezin dide vî alî.”
 
Wî mamostayê zanîngehê wiha got: “Gelek zijminên Kurdistanê hene û 
 
pêwîst e ciwan û xortên me bi hemû hêza xwe bi zanistê xwe biçek bikin da 
 
ku pêşbikevin û bikaribin rûbirûyê neyarên kurdan bibin.”

Nûçeyên têkildar