“Bo Enfal û kîmyabaran dubare nebin, pêwîst e em kar bo serxwebûnê bikin”

Hewlêr-KDP.info- Rêkxerê Giştî yê Tevgera Çaksazî û Geşekirinê Dr. Mihemed Bazyanî dibêje, divê me îradeyeke bihêz hebe bo derbaskirina kirîzên li Herêma Kurdistanê, ji ber ku qonaxeke girîng li pêşiya kurdan maye, ew jî ragihandina dewleta Kurdistanê ye, lewma jî ji bo Enfal û kîmyabaran dubare nebin, pêwîst e kurd kar bo serxwebûnê bikin.
Dr. Mihemed Bazyanî Rêkxerê Giştî yê Tevgera Çaksazî û Geşekirinê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di salvegera Enfalê de em peyamekê digihînin hemû cîhanê ku bi sedan sal e li ser welatê me zilm li me hatiye kirin û niha jî tê kirin, êdî dem hatiye ku dawiya wan karestan bê.”
Dr. Mihemed Bazyanî dibêje, divê me îradeyeke bihêz hebe bo derbaskirina kirîzên li Herêma Kurdistanê, ji ber ku qonaxeke girîng li pêşiya kurdan maye, ew jî ragihandina dewleta Kurdistanê ye, lewma jî ji bo Enfal û kîmyabaran dubare nebin, pêwîst e kurd kar bo serxwebûnê bikin.
Bazyanî da zanîn ku, pir girîng e ku niha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hemû hêzên siyasî lihev kom bike, ji ber ku eger hêzên siyasî yekdest û yekrêz bin dê îradeya gelê Kurdistanê bi serkeve. Herwiha 2 îradeyên bihêz ên navdewletî û navxweyî hene ku dive Kurdistan çarenivîsa xwe diyar bike.




