Nêçîrvan Barzanî: Em qebûl nakin hêzên navxwe bikevin jêr fermana Hêza Dîcle

Duhî civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê civiya.
Di destpêka civînê de, serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê behsa serdana xwe ya ji bo Îranê kir û ragihand ku, ew serdan li gor hemû pîvanan serdaneke erênî û serkeftî bû û bû sedema jinavbirina ew sardî û jihevfêmnekirina ku, ketibû nava peyvendiyên di navbera Taran û Kurdistanê de.
Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê ev yek jî eşkere kir ku, Komara Îranê jib o herêma Kurdistanê cîraneke girîng e û ew jî dixwazin peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re di hemû waran de bihêztir û berfiretir bikin.
Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê di dirêjahiya axaftinên xwe de behsa serdana Elî Seîdlu cîgirê serokomarê Îranê yê ji bo karûbarên navnetewî jî kir û ragihand ku, serdana nav hatî bo Kurdistanê bû weke pêvajoyeke nû ya ji bo peyvendiyên heyî yên di navbera her du welatan de û “em weke her du aliyên têkeldar li ser jinavbirina wan asteng û kêşeyên ku, dibin asteng li berdem hatina kompaniyên îranî bo Kurdistanê û berfiretirkirina peyvendiyên heyî li hev kir û me wezaret û aliyên peyvendîdar jî bo wenêrîn û cîhbicîhkirina wan peymanan ku, di dema konferansa abûriya Kurdistan -Îranê de hatibûn îmzekirin erkdar kirine.”
Nêçîrvan Barzanî, herwiha, besa beşdarîkirina xwe di konferansa aborî û enerjî ya Atlantîcê jî kir û ragihand ku, di dema beşdarî kirin di vê konferansa han de bi Receb Teyib Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê re jî hevdîtinek pêk aniye û di vê hevdîtina han de tekez li ser hîn bihêztirin û berfiretirkirina peyvendiyên aborî û bazirganî yên di navbera her du aliyan de hate kirin.
Piştî bidawî hatina axaftinên serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê, civata Wezîran proje bûdceya sala 2013an ya Hikûmeta Kurdistanê nirxand û piştî nîqaş û giftûgoyên berfire biryar hate dayîn daku, komîteyek were damezrandin bo paknivîs kirina projeya han di warê rêzmanî û polîn kirina beşên vê projeyê de.
Di berdewamiya vê civînê de rewşa deverên weqetandî û ev aloziyên ku, jiber damezrandina hêzên Dîcleyê li wan deveran de derketine hatin nirxandin û serokwezîrê Kurdistanê jî diyar kir ku, ev liv û tevgerên artêşa Îraqê eger girêdayî bi organîzekirina artêşa Îraqê be ti kêşeyek tuneye lê eger bixwazin ku, hêzên navxwe, Polîs û asayîş jî bixin jêr destê wan hêzan û rewşa ewlekariya wan deveran aloz bikin wê demê ev pêngava han pêngaveke li dijî destûra bingehîn ya Îraqê û bi ti awayî nayê qebûlkirin.
Her di vê derbarê de serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê hêvî xwest ku, kêşeyên heyî bi rêya diyalog û danûstandinê bên çareserkirin.
Di çarçoweya vê mijara de civata wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku, her çend liv û tevgerên hêzên Dîcleyê metirsiye bo ser deverên weqetandî lê belê yekhelwestî û yekrêziya tevahiya aliyên Kurdî di vê pirsê de gerentiyeke gelek başe bo parastina Kurdistan û destkeftên wê.
Di civînê de budceya sala 2013ê a herêma Kurdistanê hat minaqeşe kirin û ji bona zêdetir nirxandina budceya herêma Kurdistanê a sala 2013ê komîteyek bê pêkanîn.
Di dawiya civînê de biryar hat dank u, hemû wezaret û saziyên têkeldar, ji bona çalakiyên hefteya rûbirûbûna şideta li dijî jinan, hevahengî û hevkariyê bi hev re bikin. Herwesa hemû wezaret û saziyên peywendîdar, ji bona bîranîna 25saliya kîmiyabarana Helebceyê xwe amade bikin




