Xêrît Burjwa: Serdana min bo Kurdistanê yek ji serdanên min ê herî serkeftî bû

Ajans-KDP.info- Siyasetmedarê ewropî û Serokwezîrê Herêma Flanderz ya
Baljîka Xêrît Burjwa piştî serdana xwe bo Herêma Kurdistanê li pêşiya
parlementoya herêma xwe ragihand ku serdana wî bo Kurdistanê yek ji
serdanên wî yê herî serkeftî bû di jiyana wî ya siyasî de.
Burjwa hefteya borî serdana Herêma Kurdistanê kir û ligel Serokê Herêma
Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtinek pêk anî û
piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê diyar kir.
Li gorî nûneratiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li wî welatî, piştî vegera xwe
bo herêma Flanderzê û duhî li pêşiya parlementoya welatê xwe Burjwa
behsa hûrgiliyên hevdîtinên xwe kir û serdana xwe bo Kurdistanê bi yek ji
serdanên herî giring di jiyana xwe ya siyasî de binav kir.




