26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hikûmeta Iraqê.. Wezîrên kurd wek xwe dimînin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Di hikûmeta nû ya Iraqê de wezîrên kurd wek xwe dimînin

û pirsgirêk di navbera şîe û suneyan de derket.

Endamê Encumena Nûnerên Iraqê ji ser Frakisyona Partiya Demokrat a

Kurdistanê (PDK) Dr. Erefat Kerem ji malpera KDP.info re ragihand: “Di

civîna duhî ya parlemantoya Iraqê de pirsgirêk di navbera sune û şîeyan de

derket, lewma ew civîn hat paşxistin.”

Dr. Erefat Kerem wiha got: “Wezîrên kurd wek xwe li ser kursiyên xwe

dimînin. Eger serkirdatiya Kurdistanê biryara guhertina wan bide tenê wê

demê dê bên guhertin, lewma emê wek kurd jî dengê xwe bidin kabîneya

nû ya Iraqê.”

Nûçeyên têkildar