Serok Barzanî û Rêberê Tevgera Îslamî behsa referandumê kirin
_(1)__2016_04_13_h15m40s46__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Rêberê Tevgera Îslamî li
Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de paşaroja peywendiyan û referanduma
xelkê Kurdistanê û tehdît û derfetên li pêşiya Herêma Kurdistanê nirxandin.
Roja çarşem 13.04.2016 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
Kurdistanê pêşwaziya Mamosta Îrfan Ebdulezîz Rêberê Tevgera Îslamî li
Kurdistanê û şanda li gel kir.
Li hevdîtinê de behsa rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî û guhertinên
siyasiyên Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê kirin û her
wiha paşaroja peywendiyan û referanduma xelkê Kurdistanê û tehdît û
derfetên li pêşiya Herêma Kurdistanê nirxandin.
Her li vê civînê de behsa rewşa siyasiya navxweya Herêma Kurdistanê kirin
û ronahî xistin li ser aramiya siyasî û qeyrana darayî û her wiha proseya
çaksazî û berjewendiyên bilindên gelê Kurdistanê.




