PKKê xwîna kurdên êzdî dirjîne..Nikare rê li pêşiya serxwebûna Kurdistanê bigire

Dihok-KDP.info- Kesayetiyetiyeke êzdî ragihand ku PKK berdewam e li ser
hewlên revandina kur û keçên êzdî ku wan dibe nav refên xwe û bo
meramên taybetî wan bikar tîne û ew yek jî nayê qebûlkirin, ji ber ku kîneyê
di nava kurdên êzdî de belav dike û xwîna xortên êzdî dirjîne.
Hadî Dubanî Kesayetiya diyar a êzdî ji malpera KDP.info re ragihand: “PKKê
ligel hinek welatên navçeyê dixwaze li Şingalê guvaşê bixe ser Hikûmeta
Herêma Kurdistanê ku em hemû dizanin ber bi serxwebûnê ve diçe û ew jî
dixwazin hikûmetê li şûna serxwebûnê mijûlî pirsgirêkên kurd bi kurdan re
bikin.”
Dubanî wiha got: “YBŞ jibilî gihandina ziyanê bi pirsa netewî ya kurd ti
sûdekê nagihîne Hikûmeta Herêma Kurdistanê, lewma ew û hemû welatên
dagîrker nikarin rê li pêşiya serxwebûna Kurdistanê bigirin, ji ber ku xelkê
Kurdistanê biryar dane û li ser biryara xwe berdewam in heta bigihên
armanca xwe.”
Wî kesayetiya êzdî wiha domand: “Yek ji wan hêzên ku piştî hatina DAIŞê bo
Şingalê ku ew jî hatin, PKK bû û niha PKK naxwaze ji Şingalê derkeve. Rast e
wek kurd erk e ku em alîkariya hev bikin û di şerê Kobanê de Pêşmerge çûn
û ew bajar rizgar kirin û piştre vegeriyan Başûrê Kurdistanê, lê PKK dibêje
em ji Şingalê dernakevin û berdewam e li ser hewlên revandina kur û keçên
êzdî ku wan dibe nav refên xwe û bo meramên taybetî wan bikar tîne û ew
yek jî nayê qebûlkirin, ji ber ku kîneyê di nava kurdên êzdî de belav dike û
xwîna xortên êzdî dirjîne.”




