Fransa: Hêzên Pêşmerge qehreman in û bandoreke zêde kirine ser raya giştî ya cîhanê

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Bergiriyê Fransa kir û di
wê hevdîtinê de wezîrê mêvan ragihand ku Hêzên Pêşmerge qehreman in û
bandoreke zêde li ser raya giştiya cîhanê û Fransa kirine.
Roja sêşem 12.04.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
Kurdistanê pêşwaziya Jean-Yves Le Drian Wezîrê Bergiriyê Fransa û şandekî
li gel kir ku ji Marc Barety Balyozê Fransa li Iraq û Alain Guépratte Konsolê
Giştiyê Fransa li Hewlêr û hejmarek şêwirmend û berpirsên Wezareta
Bergiriya Fransa pêkhatibûn.
Li hevdîtinê de Wezîrê Bergiriyê Fransa xweşhaliya xwe ji bo hatina xwe ya
Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî nîşanda û pesnê rol û wêrekiya
hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li şikandina DAIŞ û azadkirina navçeyan
kir û bi taybetî jî azadkirina Şingalê ji aliyê Pêşmergeyan ve bi qehremanane
wesif kir ku bandoreke zêde li ser raya giştiya cîhanê û Fransa kiriye.
Wezîrê Bergiriyê Fransa eve jî ragihand teror dijminekî hevbeşê me
hemûyane û wan li Ewrupa jî êşandiye û ji bilî balkişandina wê yekê ku
Fransa ji tehdît û giriftên Herêma Kurdistanê û qeyrana aborî bi başî
têgihiştiye tekez li wê yekê kir ku welatê wan li piştevanî kirina Herêma
Kurdistanê û hevkarî kirina Pêşmerge de berdewam dibe. Li çarçêweya
hevpeymaniya navdewletî da jî beşdarî li şerê azadkirina Musilê dike.
Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Wezîrê Bergiriyê Fransa û
şanda li gel kir û spasî gel û Serok û Hikûmeta Fransa kir ku hevsoz û
piştevanê gelê Kurdistanê û Pêşmerge ne. Her wiha spasiya tîmên
serbaziyên Fransa kir ku li meşq û rahênan û şêwirînê de yarmetiya
Pêşmerge dane.
Serok Barzanî li axaftina xwe de behsa rewşa meydanî ya bereyên şer û
operasyona azadkirina Şingalê kir û di derbarê hereşeya terorê de balkişand
li ser wê yekê ku rûdanên terorîstiyên Parîs û Bruksel û êrîşa terorîstan ya li
ser Kurdistanê belgeyên zelalin ku teror hereşeyeke ji bo hemû welatan û
rûbirûbûna wê jî hewla hemû aliyên civaka navdewletî dixwaze. Eve jî
xisterû ku cihê şanaziyê ye li ser destê Pêşmerge efsaneya Da'îş hate
têkşikandin.
Di derbarê amadekariyên operasyona azadkirina Musilê jî Serok Barzanî
behsa wan tehdît û metirsiyan kir ku li encama êrîşa terorîstan ya li ser
xelkê pêkhatiye. Tekez li wê yekê jî kir ku bi navê rêgirtina li dûbarebûna
karesatan û dilniyayî ya pêkhatên neteweyî û olî û mezhebî parêzgeha
Nînowa pêwîste rêkkeftin û planekî siyasiya bi rêkûpêk di navbera aliyan û
pêkhatan da hebê.
Li beşekî dinê civînê de Wezîrê Bergiriyê Fransa behsa wan hevkariyan kir
ku welatê wan bi niyaze li paşarojê de pêşkêşî Pêşmergeyan bike û eve jî
xisterû ku Serokê Fransa ji rewşa meydaniya şer û tehdîdên li ser Herêma
Kurdistanê û dîtin û nêrînên Serok Barzanî yên di derbarê hemû kêşeyan de
agahdar dike.




