26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kawa Azîzî: PYD bûye guharê neyaran..Bawerî pê nemaye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di helwesta dawî ya Washington de li ser rewşa Sûriyê, Balyozê Amerîka li Enqere Con Bas ragihand ku ew êdî çek û pêdviyên leşkerî nadin YPGê li Sûriyê. Endamekî Serkirdatiya PDK-Sê jî dibêje, PYD bûye guharê neyaran û bawerî pê nemaye.

Dr. Kawa Azîzî Endamê Serkirdatiya PDK-Sê ji malpera KDP.info re ragihand: “Amerîka gihîştiye wê baweriyê ku hêzên YPGê ser bi PYDê ve ne û hêzekî hizbî ne û fermana xwe ji derve werdigirin û bûne parêzerê Esed û rêjma wî. Herwiha PYDê ejîndayên welatên derve li Sûriyê bicîh tîne. Ew hemû karê wan û êrişên wan li ser aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û girtin û eşkencekirina siyasetmedar û çalakvanan, bûye sedem ku baweriya Amerîka bi wê hêzê nemîne.”

Azîzî wiha got: “PYD siyaseta gef û guvaşan li hember hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bikar tîne û tenê guh li axaftina 4 yan 5 serkirdeyên KCKê digire û bûye guharê guhê neyaran û fermanên xelkê bicîh dike.”

Nûçeyên têkildar