26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Wezîrê Bergiriyê yê Fransa piştgiriya welatê xwe bo Kurdistanê û Pêşmerge dûpat kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Bergiriyê yê Fransa di hevdîtinekl de ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de ragihand ku, şerê li dijî terorê şerê wane jî û ew terorîstên ku li vir Pêşmerge şerê wan dikin, heman ew terorîstên ku li Fransa û welatên din teqîn û karên terorîstî dikin.

Îro danê sibehê 12-4-2016 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Bergiriyê yê Fransa Jan Îv Ludryan û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de Wezîrê Bergiriyê yê Fransa Jan Îv Ludryan dilxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand: “Min soz dabû Serok Barzanî ku serdana Kurdistanê bikim, lewma ez hêfxweş im ku îro dîsa li Hewlêrê me û hatime piştgiriya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge dûpat bikim.”

Jan Îv Ludryan herwiha pesnê Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorê de da û ragihand, şerê li dijî terorê şerê wane jî û ew terorîstên ku li vir Pêşmerge şerê wan dikin, heman ew terorîstên ku li Fransa û welatên din teqîn û karên terorîstî dikin.

Di wê civînê de rewşa niha ya Iraqê û Herêma Kurdistanê bi giştî û pêşhatên şerê li dijî terorê û pilan û operasyona azadkirina Mûsilê bi taybetî hatin nirxandin û di vî alî de herdu aliyan tekez li ser giringiya azadkirina Mûsilê û rola Hêzên Pêşmerge û hevahengiya temam a di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê û hêzên hevpeymaniyê di operasyonê de kirin.

Di beşeke din a vê civînê de rewşa Hêzên Pêşmerge û pêdviyên leşkerî û darayî hatin eşkerekirin û Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku divê hikûmeta Iraqê alîkariyên leşkerî û darayî bide Pêşmerge. Herwiha daxwaz ji Fransa kir ku bi riya xwe hewl bide ku ew alîkariyên leşkerî yên navdewletî ku ji Bexdayê re tên şandin, para Kurdistanê jî tê de hebe û bigihên Hêzên Pêşmerge.

Wezîrê Bergiriyê yê Fransa soz da ku vê daxwzê bigihîne Serokê Fransa û aliyên pêwendîdar ên navdewletî û ragihand: “Dîsa meha Hezîranê dê alîkariyên leşkerî yên Fransa bigihên destê Pêşmerge.”

 

Nûçeyên têkildar