26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hevpeymaniya Kurdistanê dê li dadgeha fîdiral sikalayekê li dijî hikûmeta Îraqê tomarike

Çavkanî: KDP.info

Biriyarderê lijna asayiş û berevaniyê li civata nûnerên Îraqê ragehand, ku di kombûna lîjna asayşê da negehiştine çi encamekê bo çareserikirina alozyên vê dumahiyê li devera Dozxurmatû Kerkûkê û biriyare hevpeymaniya Kurdistanê li dadgeha fîdiral sikalayeka qanûnî li dijî hikûmeta Îraqê tomar bike.


Şiwan Mehemed Teha, biriyarderê lijna asayiş û berevaniyê li perlemanê Îraqê bo evro diyarikir, di kombûna lîjna asayiş û berevaniyê da endamên lijnê li dor alozbûna rewşa deverê arîşedar negehiştîne çi encamekî û got jî "berî niha me wekî lijna asayiş û berevaniyê li civata nunerên Îraqê kombûnek, li dor têkiçûna rewşa deverên arîşe li ser û fermandeya Dîcle girêda, belê mixabin em negehiştîne çi encamekî, çunkî biraderên îtîlafa hevpeymaniya nîştîmanî bo çûna wan ewbû, ku mafê fermandeya hêzên çekdare hêzê bo her deverekê bi hinêrît, lewra buçûname yek negirtû lîjne negehişte çi encamekî, hetaku lijneyek seredana wan deveran bike yên rewşa wan alozbûy, çunkî buçûname wekî hevpeymaniya Kurdistanî ewbûye, nabe bi çi şêweyekî destur bihête binipkirin û hêzên serbazî destêwerdanê bikine sinurê civata parêzgehên Îraqê û desturî maf daye her civateka parêzgehê badeka êmnahiyê didestê wandabe, di heman demda em rêgirinîne li desthelatên hikûmeta Îraqê, belê bi mercekî deverên kevne sinurê madeya 140 venegirît û divêt destur yeklayî bike, bêy çi hêzeka serbazî bo van deveran bihête hinartin ".


Şiwan Mehemed got jî "damezirandina fermandeya Dîcle meremên siyasî li pişt hene û berî niha hejmarek efserên kurd li fîrqiya 12 hatîne veguhastin û hemû biriyarên fermandeya operasiyonên Dîcle didestê Norî Malikî dane, lewra niha hêzên serbazî tanik û zirîpoş yê hinartîne bo deverên arîşedaru paşe roja van deveran ya rohin nîne, heta niha çi niyetek nîne bo çareserikirina aloziyan û heta norî malikî guh nadete çi qanûnekê heta bihête gazîkirin bo perlemanê Îraqê, lewra me wekî hevpeymaniya Kurdistanî biriyardaye li dadgeha bilinda fîdiralî sikalayeka qanûnî li dijî hikûmeta Îraqê tomar bikin û razînabîn bivî şêweyî hêz bihête hinartin bo deverên arîşedar û Kerkûkê, ji ber ku hêşta hikûmeta herêma kirudistanê û ya Îraqê çendîn arîşeyên helawîstî hene û nehatîne çareserikirin, çawa dê hêzên serbazî hêne hinartin bo deverên arîşe li ser ".

Nûçeyên têkildar