26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şêx Şemo: Cudahî di navbera PKK û DAIŞê de tune ye

Çavkanî: KDP.info
 
Şingal-KDP.info- PKK li kampa Çemşko ku dikeve sînorê Zaxo 2 
 
zarokên din ên 13 salî ku xelkê Şingalê ne bi zorê bo serbazgehên 
 
xwe li çiya û çolên Kurdistanê revandine û vê yekê jî nerazîbûn li 
 
cem xelkê navçeyê çêkiriye. Wek xelkê navçeyê amajeyê bo dikin, 
 
her dema ku ew zarok bixwazin vegerin dê bên kuştin lewma wek 
 
ew dibêjin ti cudahî di navbera PKK û DAIŞê de tune ye.
 
Nûnerê Kurdên Êzdî di Parlemantoya Kurdistanê de Şêx Şemo ji 
 
Rojnameya Hewlêrê re ragihand: “PKK bo meramên xwe û yên 
 
piştevaniya wê dikin berdewam kar bo têkdana rewşa Şingalê û 
 
xelkê Şingalê dike û PKK li kampa Çemşko yak u dikeve sînorê Zaxo 
 
2 zarokên 13 salî ku xelkê Şingalê ne xapandine û bi zorê birine 
 
serbazgehên. Birina wan zarokan di demekê de ye ku li gorî 
 
qanûna PKKê her demekê ku ew bixwazin vegerin nav malbarên 
 
xwe pêwîst e bên kuştin, lewma ti cudahiyek di navbera PKK û 
 
DAIŞê de tune ye, ji ber wê zordariya ku li kurdên êzdî dike. Ne 
 
tenê ev, lê belê berdewam PKKê di nava kurdên êzdî û li ser Çiyayê 
 
Şingalê jî kur û keçên êzdî dixapîne û bi zorê tevlî xwe dike.”
 
Şemo wiha got: “Sedema xapandina wan zarokan vedigere bo wê 
 
yekê ku PKK berdewam ji wan re behs dike ku ewê Şingalê ji wan 
 
re bikin kanton û ew tiştên ku heta niha bi dest we neketine dê ji 
 
we re peyda bibin, lewma pêwîst e xelkê me hişyar bin û bi wan 
 
gotinên PKKê neyên xapandin û bi du wan nekevin û jiyana xwe 
 
nekin dozex, ji ber ku PKKê tenê ji bo meramên xwe wan karan 
 
dike û dixwaze kur û keçên êzdî bixapîne û wan bikar bîne.”
 
Şêx Şemo wiha got: “PKK bacê ji kurdên êzdî destine û sedema wê 
 
jî vedigere ku PKKê ji xelkê re gotiye ku ew alîkariya xelkê Şingalê 
 
dikin bi taybetê yên li nava kampan, lê heta niha jibilî tevliheviyê û 
 
fitneyê yek dînar alîkariya wan nekirine.”

Nûçeyên têkildar