Şebek: Em venagerin ser îdareya Mûsilê û em naxwazin Artêşa Iraqê bê navçeyên me

Hewlêr-KDP.info- Serokê Desteya Encumena Şebek ragihand ku
madeya 140 hatiye cîbicîkirin û navçeyên kurdên şebek beşek in ji
Herêma Kurdistanê. Herwiha got ku, ew naxwazin venagerin ser
îdareya Mûsilê û naxwazin Artêşa Iraqê navçeyên wan biparêzin.
Salim Cuma Şebek Serokê Desteya Encumena Şebek ji malpera
KDP.info re ragihand: “Hejmara me zêdetirî 400 hezar kurdên
şebek in û piraniya wan li sînorê Bertile û Tilkêf û 56 gundên
derdora Mûsilê ne. Ew hêza ku ji me re hatiye pêkanîn 655
pêşmerge li xwe digire, ku bi rêya Wezareta Pêşmerge ya
Hikûmeta Herêma Kurdistanê haiye avakirin û niha li eniya Xazirê
bergiriyê li axa Kurdistanê dikin û ew di çarçoveya Hêzên
Pêşmerge de beşdarî operasyona girtina Mûsilê de dibin. Herwiha
em naxwazin Artêşa Iraqê navçeyên me biparêze. Em dixwazin
hêzên me bi hevbeşî ligel Hêzên Pêşmerge navçeyên me
biparêzin.”
Serokê Desteya Encumena Şebek daxwaz jî dike ku bi zûtirîn dem
navçeyên wan bên azadkirin û ew vegerin ser Herêma Kurdistanê
û dibêje: “Em bi ti awayî qebûl nakin ku em careke din vegerin ser
îdareya Mûsilê ji ber ku navçeyên me dikevin sînorê madeya 140ê
ku niha ew made hatiye bicîkirin û navçeyên me beşekin ji Herêma
Kurdistanê, lewma em careke din venagerin ser Mûsilê.”




