Tirkiye lêkolînê dike ku çawa ji aliyê darayî ve alîkariya Kurdistanê bike

Stenbol-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, cuda, ligel Serokkomar Recep Tayyip Erdogan û Serowezîr Ahmet Davutoglu çend pirsên girîng gotûbêj kirin.
Di civînên navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyeyê de, pêşhatên dawiyê yên rewşa herêma Kurdistan, Îraq û herêmî bi giştî di warê emnî û şerê dijî terorîstên DAIŞê de û amadakariyên operasyona azadkirina Musilê ji bin destê terorîsan hatin gotûbêj kirin.
Têkliyên navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê di warê abûrî, bazirganî û derbaskirina wê kirîza êkonomiya rastî herêma Kuridstanê hatiye û pêkhateya nû ya hikûmeta Îraqa federal jî di civînan de hatin bahis kirin.
Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyeyê tekîd li ser wê yekê kir ku pêwîst e aliyên îraqî pirsgirêkên xwe bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê çareser bikin û li dor operasiyan azadkirina bajarê Musilê jî, bi pêwîst zanî ku ligel hevpeymaniya navdewletî, arteşa Îraqê, Pêşmerge û xelkê bajêr di operasyonê de beşdar bin.
Di civînê de behsa wê yekê hat kirin ku, têkeliyên xurt di navbera Tirkiye û Herêma Kuridstanê de hene û dikare ew têkelî berfirehtir bibin, û Tirkiye lêkolîn dike ka ji bona rûbirûbûna kirîza êkonomî çewan hevkariya Herêma Kurdistanê bike.
Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser wê yekê kir ku têkeliyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê giringiya xwe heye û Herêma Kurdistanê bi berdeqamî lêdixebite wan têkeliyan baştir bike û digel hemû dewletên cîran têkeliyên baş hebin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa serdanan xwe ya vê dawiyê bo Bexdayê û civîna digel wezîrê derve yê Amerîkayê, Serokwezîrê Iraqê, serokomarê Iraqê û digel berpirsên din yên Iraqê kir û hêvî xwest ku hemû aliyên Iraqê ji bona rûbirûbûna kirîza êkonomî û şerê dijî terorîstên DAIŞ û binbirkira wan, xebatên xwe yek bikin û diyalog û danûstandin di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam be.




