Şingal.. % 95 ji mayînan hatine rakirin

Şingal-KDP.info- Fermandarê Ketîbeya Endazyarî ya ser bi Hêza Piştevanî 1 ve ku twqemenî û mayînan pûç dikin ragihand ku tîmên mayîn û bombên din li eniyên Şinga û Mexmûrê jinavbirine û % 95 ji mayînên Şingalê hatine pûçkirin.
Lîwa Mehmûd Kakeyî Fermandarê Ketîbeya Endazyarî ya ser bi Hêza Piştevanî 1 ve ji malpera KDP.info re ragihand: “Di vê hefteyê de tîmên me li eniya Şingalê 75 bombeyên vedayî û 2 rokêtên balafiran jinav birine. Li eniya Mexmûrê jî me 2 guleyên hawinê pûç kirine.”
Wî fermandarî wiha got: “Li Şingalê jî tîmeke me heye û mijûlî pûçkirina teqemenî û mayînan e û heta niha % 90 heta 95 ji Şingalê paqij kiriye.”




